Sûdanî çû serdana sînorê Iraq û Sûriyeyê
Serokwezîrê demkî yê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji bo ji nêz de rewşa sînorê navbera Sûriye û Iraqê û tedbîrên hatine girtin bibîne, serdana devera Qayîme ya li parêzgeha Enbarê kir.
Serokwezîrê demkî yê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji bo ji nêz de rewşa sînorê navbera Sûriye û Iraqê û tedbîrên hatine girtin bibîne, serdana devera Qayîme ya li parêzgeha Enbarê kir.
Ofîsa serokwezîrtiya Iraqê ragihand ku Serokwezîrê Demkî yê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî serdana sînorê navbera Iraq û Sûriyeyê kir.
Sûdanî serdana devera sînorî ya Qayîme ya ser bi parêzgeha Enbarê kir. Hat gotin ku Sûdanî li baregeha Firqeya Heftan bi amadebûna Wezîrê Karên Hundir, Serfermandarê Artêşa Iraqê û Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş, Fermandarê Hêzên Bejahî, Fermandarê Hêzên Hewayî, Fermandarê Hêzên Sinir û Rêvebirê Îstixbarata Leşkerî civînek ewlehiyê lidar xistiye.
Hat ragihandin ku di civînê de li ser tedbîrên ji bo parastina sînorê Iraqê agahî hatine parvekirin.
Hêjayî gotinê ye piştî ku çeteyên Şamê, DAÎŞ û çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrişî ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, bi hezaran çeteyên DAÎŞ’ê û malbatên wan ji girtîgeh û kampan derketin. Ji ber metirsiya êrişên li ser Iraqê, artêşa Iraqê li ser sînorê navbera Iraq û Sûriyeyê de hêzek mezin bi çekên giran ve bicih kiriye. Li gor hin dîmenên ku şeva borî li ser torên medya dijîtal hatin parvekirin, çeteyên Colanî gef li Iraqê xwarin û gotin, ‘Em li ser sînorê Iraqê ne, em ê heta Kerbelayê herin’.”